Kesên tûşî kêmasîya dîtinê li Swêdê
Hûn çie nû hatibine wir û çi çend salek be ku li wir dijîn, gengaze pêdivîya we bi rabêj an piştgirî an hevdîtina gel ew kesan hebe ku tecrûbeyên wekî we hebe.
Civata Neteweyîya Kesên Tûşî Kêmasîya Dîtinê (SRF) dixwaze ku jîyanê ji bo ev kesane asantir bike. Ev civate rêxistineke bê qazance ku girêdayî bi ti partîyên sîyasî an olî nîne. Xebata ev rêxistinê ser esasa mafê merov e.
SRF dikare di babetên jêr de alîkarîya we bike
• Agahîyan li ser civaka Swêdê
• Hinek xal liser kesên ku di bareya alavên alîkarên dîtinê de dikarin gel wan pêwendîyê bigirin
• Pêwendîya gel kesê piştîvan ku zimanê we dizane
Herwisa xizmetên jêr radestî endamên xwe dike
Hevdîtina gel kesên din yê tûşî kêmasîyê dîtinê
Rabêj û alîkarîya zagonî
Kursên ji bo mezinan û gerrên ji bo zarrokan
Kursên xeta Birêl
Daşikandina nirxa ji bo endaman û hwd
Di nava SRF de pênc civatên pîşesazî hene ku ji alîyê kesên bi paşxana koçberî têne rêveberî kirin. Agahîyên bêtir di ev babetê de dikarin pê serdana ji navnîşana srf.nu an yek ji emailên jêr peyda bikin:
Telefon: 08-39 90 00, email: info@srf.nu.
Wekî endameke nû ji Civata Neteweyîya Kesên Tûşî Kêmasîya Dîtinê, em xêrhatinê ji we dikin!
Uppdaterat: